Îlon 16, 2018 17:45 Asia/Tehran
  •  Zêdebûna hejmara kustî û xisaran di encama êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê de

Di encama êrişên berdewam ên Tirkiyê ser navçên xelknişîn ên Herêma Kurdistana Iraqê de, ser navê `Şerê li dijî PKK`, 158 welatiyên sivîl bûne gorî û 160 gundên herêmê jî hatine valakirin.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê, di dewama êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyê ser navçên xelknişîn ên Herêma Kurdistanê bi taybet li navçên hevsînorê Tirkiyê ku ser navê êrişa ser PKK ji salên buhurî dewam dikin û ji destpêka îsal girantir bûne,gelek xisar û xopanî pêk hatine û herwiha welatiyên sivîl ên navçê jî bûne gorrî.

  Ebdû Rûstayî ji rojnamevan û raporterên Herêma Kurdistanê li vê barê raghand ku Tirkiye ji destpêka sala 2018`an  derbasî 20 kîlûmetriya axa herêmê bûye û heya niha  li encama bombebaranên hewayî û êrişên bejahiyê yên Tirkiyê 158 kes ji welatiyên sivîl hatin kuştin an jî birîndar bûne.

 Vî rojnamevanê kurd herwiha  got ku  ji ber êrişên Tirkiyê û dûhatên wê ji hîngê ve heya niha 160 gundên herêmê  bi taybet li navça Soranê ser bi parêzgeha  Hewlêra  Herêma Kurdistanê hatine valakirin û eskerên Tirkiyê zêde ji 14 meqerên  eskerî û îstixbaratî li vê navçê pêk anîne.

 Heya niha gelek xwenîşandan û nerazîbûn ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê li hember kiryarên Tirkiyê birêve çûne û gelê herêmê daxwaza derketina eskerên PKK û rawestandina  operasyoan eskerî û êrişên  vî welatî li dijî herêmê kirine.