Nêçîrvan Barzanî: Li avakirina dewleta tê, wê kurd beşdariyeke micid bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bara biryara kurdên Iraqê ji bo beşdariya cidî li dewleta pêşerojê ya Iraqê û her wiha şandina taximkê ji herêmê bo Bexdayê ji bo hilkolandina meselên curbicur agahî da.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro piştî nivîro li civîneke rojnamevaniyê raghand ku partiyên kurd ên serketî li hilbijartinên parlemanî yên vê dawiyê yên Iraqê ji riya gotûbêja bi komên xwazyarê avakirina dewleteke bi hêz ku mafê gişkan garantî bike, dê bibin aliyeke bihêz ji bo avakirina dewleta pêşerojê.
Barzanî bal kişand ser vê yekê ku gişt divê qedrzaniya hewdanên komîsyona xweser a hilbijartinên Iraqê ji bo serketina pêvajoya hilbiajrtinê bikin û destnşan kir ku divê siyasetvan ji encamên hilbijartinên vê dawiyê ji bo cihanîna xwestekên gelê Iraqê dersê wergirin.
Li gorî gotina serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê taximek ji herêmê bi zûtirkê ji bo gotûbêja li bara meselên curbicur û avakirina dewleta tê û pirsgirêkên heyî navbera dewleta navendî û dewleta herêmê dê berê xwe bide Bexdayê .