Sibat 13, 2018 11:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Fransayê li Hewlêrê ye

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî serdana Bexdayê û hevdîtina ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hevdîtina ligel wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferê derbasî paytexta Herêma Kurdistana Iraqê Hewlêrê bû ji bo gotûbja bi rayedarên vê Herêmê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Jean-Yves Le Drian duh 12ê Sibatê piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Caferî gotibû: ‘Mebesta serdana min gotûbêjkirina rewşa Iraqê ya piştî nemana DAIŞê û pêvajoya avakirina Iraqê ye, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin li vî welatî çêbûye.'

Jean-Yves Le Drian bêyî balê bikişîne ser siyaseta durûyî ya welatên rojavayê li bara şerê li dij terorîzmê got: Dewleta Fransayê çawaku li şerê li dij DAIŞê piştgirî da Iraqê, li pêvajoya avakirina Iraqê jî wê bi vî welatî re hevkariyê bike.

Wezîrê derve yê Fransayê li sefera xwe ya Bexdayê ku pêşvetir nehatibû ragihandin  ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hevdîtina ligel wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferê ser pêvajoya avakirina Iraqê û meselên li navçê û cîhanê gotûbêj kir.

Jean-Yves Le Driandê li Hewlêrê bi Serokwezîr û rayedarên hikûmeta Kurdistanê re çend hevdîtinan pêk tîne.