Sibat 06, 2018 10:41 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkirina firrînên navneteweyî li Firokexaneya Silêmaniyê

Rêvebirê firokexaneya Silêmaniyê qala hevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkirina nû ya firrînên navneteweyî yên firokeyan li firokexaneya Silêmaniyê kir.

Li pey lidarxistina giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25ê Îlona 2017an da, dewleta Iraqê rawestandina demkî ya firrîna firokeyên ku tên firokexaneyên Herêma Kurdistanê cih anî ku rayedarên vê herêmê di encamê da neçar man ku bona gotûbêja digel dewleta navendî ya Iraqê bi armanca şandina çavdêran bo du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bi Bexdayê ra li hev bikin.

Li gorî rapora IRNAyê, Tahir Evdilla birêvebirê firokexaneya Silêmaniyê roja Duşemiyê tevî redkirina hin şert û mercan ji aliyê Bexdayê va ji bo bicihbûna polîsê fêdêral li firokexaneyên Herêma Kurdistanê, got: "Lihevkirinên bonan betalkirina qedexetiya firrînên navneteweyî bo Herêma Kurdistana Iraqê gihîştine qonaxa xwe ya dawiyê".

Birêvebirê firokexaneya Silêmaniyê tevî amajeya bi vê yekê ku polîsê gumrokî yê bicihbûyî li firokexaneyan di bin çavdêriya dewleta fêdêral a Iraqê dixebite, her wiha got: "Hewlêr piştî lihevkirinan bi Bexdayê ra li benda fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê sa betalêkirina qedexetiya firrînên navneteweyî ye".

Pêştir jî birêîvebirê firokexaneya Silêmaniyê li Herêma KUrdistana Iraqê tevî ragihandina amadetiya ji bo destpêkirina dubare ya çalakiyên xwe di bin çavdêriay dewleta navendî ya Iraqê, destnîşan kir: "Tevahiya tevdîrên têknîkî û amadekarî bona birêxistina vê firokexaneyê pêk hatine û li benda hatina desteyekê ji Bexdayê bona hevhatina li bara vekirina wê ye".

Ji çend hefteyan beriya niha va bi pêgiriya rêberên Kurdistana Iraqê li ser pejirandina yekpaçetiya axa Iraqê û tevgeriyana li çarçova qanûna bingehîn a vî welatî, gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê bona çareserkirina nakokiyên navbera wan da dest pê bûye.