Hejmara rastî ya hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê 40 hezar kes e
Yek ji endamên komîsyona pêşmerge li parlemana Kurdistana Iraqê gotinên rayedarên eskerî yên Herêma Kurdistana Iraqê derheq hebûna 170 hezar hêzên pêşmerge pûç da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Mehmûd Hacî Umer li gotûbêja bi kanala medyayî ya Gorranê got: Li Herêma Kurdistana Iraqê em bi pirsgirka hebûna amarên nerast rûbirû ne. Rayedarên pilebilind ên Wezareta Pêşmerge raghandine ku tenê li vê wezaretxanê 170 hezar pêşmerge hene lê ev amar rast nînin û hemî wezareta pêşmerge xwediyê 40 hezar hêzan in.
Mehmûd Hacî Umer destnîşan kir hejmara kesên ku tu xebatekê li wezareta pêşmerge nakin lê di lîsteya wergirtina mûçeyê de ne û her wiha hejmara hin navên nerast li vê lîsteyê ji amara rastîn a hêzên Wezareta pêşmerge zêdetir e.
Endamê parlemna Kurdistana Iraqê, paşdeketina dayîna miaşa mehane ya hêzên pêeşmerge, nîşana işkesta dewleta niha ya Herêma Kurdistanê da zanîn.