Çile 11, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • Berhem Salih li dû avakirina partiyeke nû li Kurdistana Iraqê

Berhem Salih, alîkarê ewilê ê Celal Talibanî, serokê wefatkirî yê Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ji vê partiyê cida bû.

 Piştî giranbûna  pirgirêkên di navbera komên  kurd ên iraqî û giranbûna şerê medyayî navbera Partiya Demokrat û Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK, Berhem Salih ji kesayetiyên  bi nav û deng ên siyasî yê kurdê iraqî, daxwaza têkbirina  Dayira Herêma Kurdistana Iraqê xist rojevê.

 Li gorî rapora malpera kanala El-Koserê, Berhem Salih ku piştî nexweşiya Talibanî bi endamên din re li ser şêwaza rêveberiya  vê partiyê pirsgirêka wî derket, roja çarşemiyê bi lidarxistina  yekim kongira  partiya  xwe ya  nû ser navê `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û eadletê`` bi beşdariya 500 kes ji endamên  vê lîsteyê, eşkere  pêngava xwe ya herî micid ji bo xatirxwestina  ji  Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK hilanî.

Berhem Salih pêştir wek berteka li hember giranbûan nearamiyan li bakurê Iraqê ser pêwîstiya  hevkariya bi Bexdayê re teqez kir û daxawaz avakirina  dewleta  veguhestinê li Kurdistana Iraqê kir.

 Rêbwar Kerîm, berdevkê hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê li gotûbêja bi medyan re li bara lidarxistina `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê` got: Ev hevalbendiya ku piraniya endamên wê jin û ciwan pêk tînin yekim kongira xwe ji bo kivşkirina  serok û pejirandina  rêzikameya navxweyî li dar xist.

 Piştî ku `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê`nekarî sekrterê giştî yê nû hilbijêre, 3 Çillê nivîsgeha  siyasî ya vê partiyê hat hilweşandin.

 Herêma  Kurdistana Iarqê sala 2017an  li halekê bi dawî kir ku  xetaya stratejîk a Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê bi lidarxistina  giştpirsiyê, pirgirêkên vê navçeyê du beramber kir.