Çile 09, 2018 18:24 Asia/Tehran
  • Berdevkê Tevera Goranê: ``Em bi nûneratiya xelkê Kurdistana Iraqê çûne Bexdayê``

Berdevkê Tevgera Goranê li Herêma Kurdistana Iraqê, li hevpeyvîna bi mêdyayên kurdî li Kurdistana Iraqê, ragihand, sefera taxima partiyên neyar ên Kurdistana Iraqê, bi nûneratiya teşkîlata Herêma Kurdistanê nebûye belkî ew bi nûneratiya ji xwestekên xelkê seredana Bexdayê kirine.

Li gorî rapora IRNA`yê, Şoriş Hacî, bi ragihandina vê yekê got: ``Me li sefera Bexdayê ragihand ku em girêdaiyê yekperçetiya axa Iraqê û qanûna wê ya bingehîn in û em hatine ta hema li gorî vê qanûnê, berevaniya mafên xelkê Kurdistana Iraqê bikin``.

Wî got: ``Me jî hes dikir taximek ku ji hemî partiyên siyasî yên Kurdistanê pêk hatibe, seredana Bexdayê kiriba lê Partya Demokrat û Yekîtiya Niştîmanî (YNK), bûne sedema yekperçenebûna partiyên kurdî``.

Şoriş Hacî ku endamekî taxima şandî ya bo Bexdayê bû li dewamê herwiha got: ``Encama sefera partiyên Goran, Cimaeta Îslamî ya Kurdistana Iraqê û Hevalbendiya Demokrasî û Dadê, tiştek nîne ku demlidest were dîtin, ji ber ku em bona îmzekirina hevhatinên siyasî neçûbûn lê bi hetm em ê encama vê seferê, li hilkolandina lîsteya karmendên Herêma Kurdistana Iraqê bibînin``.

Berdevkê Tevgera Goranê, got: ``Li Bexdayê hin soz ji me re hatin dayîn ku li gorî wan wê hêzên leşkerî ji Tûzxormatoyê derkevin û hêzên polîsê Federal wê dewsa wan bigirin û hevgavê vê yekê, Kurdên ku ji vî bajarî aware bûne, wê vegerin bajarê xwe``.

Ev gotin piştî wê tên raberkirin ku mêdyayên partiyên desthilatdar li Kurdistana Iraqê, sefera taxima partiyên neyar û opozosyon yên Kurdistana Iraqê bo Bexdayê û hevdîtina bi Heryder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî û Nûrî Malikî, alîkarê yekemîn ê serokomarê Iraqê û partiyên din ên iraqî re, rexne kiribûn û ewê hewldanek ji bo berçavnegirtina Teşkîlata Herêma Kurdistana Iraqê dabûn zanîn.