Dijberiya Tirkiyê li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma kurdistana Iraqê
Tirkiyê cardinê li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma kurdistana Iraqê dijberî kir.
li gorî rapora Fars Newsê, wezareta karên derve ya Tirkiyê roja pênşemiyê li daxûyaniyekê cardinê giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî da zanîn û raghand: Ger Mesûd Barzanî serokê vê herêmê îsrarê dike ku ev giştpirsiya were lidarxistin, divê bi xwe buhaya wê bide.
Wezareta derve ya Tirkiyê tevî piştgiriya ji biryara parlemana Iraqê bo neqanûanîbûna lidarxistian giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Biryara kurdên Iraqê jibo lidarxistina vê giştpirsiyê, biryareke şaş e.
Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê 7 Çileya 2017 li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî serokê vê herêmê lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017an qebûl kirin.
Îsrara Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya vê navçê rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê û komên curbicur ên vî welatî û welatên navçê hatiye.