Îlon 14, 2017 10:02 Asia/Tehran
  • Gotinên mudaxilikirane yên rayedarê emerîkî li bara  Herêma Kurdistana Iraqê

Endamê bihellahella û şerxwaz ê partiya Komarîxwaz ê Emerîkayê ji giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê piştgirî kir û got: Divê Emerîka vê giştpirsiyê bifermî nas bike.

 Can Bolton balyozê berê yê Emerîkayê li Rêxistina  NY û endamê bihellahella ya partiya serdest a  Komarîxwaz li vî welatî roja çarşemiyê li hevpeyvîna  bi kanala  xwecî ya Herêma  Kurdistanê îdia kir ku xelkê Herêma  Kurdistana Iraqê ev demek e nikarin bîr û rayên xwe bixin rojevê.

Bolton di dewama  gotionên xwe yên mudaxilekirane got: Cidabûna  Herêma Kurdistanê pêngaveke baş jibo xelk vê anvçê ye.

  Ev  kesayetiyê bihellahelal yê Komarîxwaz got: Demeke dirêj e ku  xelkê navça Herêma Kurdistana Iraqê  hêjayî hebûna  welatê xwe ne û niha  dema cihhtaina wê hatiye.

 Mesela lidarxistina  giştpirsiyê li Herêam Kurdistana Iraqê rastî berteka cidî ya  dewleta Iraqê, komên  curbicure  iraqî û her wiha  welatên navçê û cîhanê hatiye.