Îlon 12, 2017 15:53 Asia/Tehran
  • Hevdîtina nunerê taybet ê NY li Iraqê digel Ebadî û Barzanî

Yan Kobîş nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li Iraqê, bi Heyder Ebadî serokwezîr û Mesûd Barzanî serokê Herêma Kuridstana Iraqê re bi awayekî cida hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora Fars News`ê, nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand, nunerê taybet ê NY li Iraqê şeva buhurî li Bexdayê bi Heyder Ebadî re li bara şerê dijî DAIŞ`ê, serketinên li vî şerî, pêvajoya kemilandina azadkirina deverên di destê têrorîstên DAIŞ`ê de mayî û rewşa sîyasî ya Iraqê gotûbêj kir.

Yan Kobîş li vê hevdîtinê li ser helwesta misoger a NY di warê piştgirîya ji tifaq û istiqrara Iraqê û girîngîya gotûbêjê û giranîya hewldanan jibo şerê dijî têrorîsmê de sekinî.

Nunerê taybet ê NY li Iraqê piştî hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê, ji Bexdayê çû Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê re jî hevdîtin pêk anî û nêrîn û têbînîyên vê sazîyê têkildarî giştpirsîya cidabûna vê navçê ji Iraqê û muzakireyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de raber kirin lê Mesûd Barzanî careka din tekez kir giştpirsîya cidabûna ji Iraqê yê di dema kifşkirî de bê lidarxistin.

Tevî neyarîyên navxweyî û navçeyî, Hoşyar Zêbarî berpirsê dosîya giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê berê yê karên derve yê vî welatî got: Hewldanên jibo lidarxistina vê giştpirsîyê didomin û ev giştpirsî yê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistin û hemî amadekarîyên idarî, teknîkî û sîyasî yên vê giştpirsîyê hatine kirin.