Îlon 11, 2017 18:09 Asia/Tehran
  • Armancxên Amerîkayê têkildarî damezirandina baregeha leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê

Berpirsê Komîteya Mexmûrê ya Yêketîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tevî ragihandina damezirandina baregeha leşkerî ya mezin a Amerîkayê li Herêma Kuridstana Iraqê, got: Tê payîn heke Hewlêr û Bxda li hev bikin, hêzên amerîkî yê xetên pêşîn ên di destê hêzên Pêşmerge de wergirin û li dewa wan bi cih bibin.

Li gorî rapora Milet Press`ê, Reşad Gulalî berpirsê YNK`ê li Mexmûrê di vî warî de got: Amerîkayê li Qeracê dest bi damezirandina baregeheke leşkerî ya mezin kirîye û çekên giran û zêde ji 1500 hêz û nêzî 150 maşînên leşkerî yên Hamer jî li wê bi cih kirine.

Wî herwiha got: Armanca Amerîkayê ji vî karî hevdengî û hevkarîya di çarçova opêrasyona azadkirina Hewîcê de ye ji ber ku ev nahîya ji rojhilat û başûr ve digihêje deverên di bin kontrola DAIŞ`ê ku têkilîyeke nêzîk bi Hewîcê re hene.

Gulalî li dewama xeberdana xwe tekez kir, bilî armanca hatîye ragihandin, ihtimal heye armancên din jî li pişt perda vî karî hebin. Ji wan eva ye ku Amerîka lê digere pêşîya dubarebûna şanoya li Teleferê û xwe teslîmkirina serokên DAIŞ`ê bo welatên xwe ku pirranî ji welatên derdora Kendava Farsê û Tirkîyê ne, bigire.

Wî berpirsê YNK`ê herwiha got: Ev ihtimala jî heye ku heke Hewlêr û Bexda lihev bikin, hêzên amerîkî xetên pêşîn ên destê hêzên Pêşmerge de wergirin û ji devera Giravê li pişka Dobîzê bigire heta sînorên Qeracê bêxin bin kontrola xwe.