Tîrmeh 18, 2017 15:22 Asia/Tehran
  • Hewlêr: Tirkîyê ti serdestîyek li derhatên nifta Herêma Kurdistanê tineye

Berdevkê fermî yê îdara Herêma Kurdistana Iraqê nûçeyên ku li bara serdestîya Tirkîyê li ser derhatên nifta vê herêmê ya bi hegerên sîyasî derew zanîn.

Li gorî rapora malpera Al Arab New`ê, berdevkê fermî yê îdara Herêma Kurdistana Iraqê got: Hin mêdyayên neberpirs nûçeyên derew li bara serdestîya dewleta Tirkîyê li ser derhatên nifta Herêma Kurdistanê weşandine  ku ti bingeha wan tineye.

Wî herwiha got: Pêvajoya dayîna dirêv bi hegera pirsgirêka teknîkê ku di navbera banka şander û banka wergir derketibû, çend rojan sekinîbû lê piştî çareserkirina kêşeyê pêvajoya şandina dirêv bi awayekî rêkûpêk destpê bûye.