Cotmeh 07, 2020 22:50 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê muftiyekî DAIŞê hate girtin

Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê îro kesek desteser kir ku berê li parêzgeha Kerkûkê, xwe weke "Muftiyê DAIŞê" dabû nasîn.

Ajansa Îstixbaratê ya Federala Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îstixbarata Polîsê Federal a ser bi Wezareta Navxwe, di kemînekê de tohmetbarek desteser kir ku yek ji berpirsên rêxistina DAIŞê ye li Kerkûkê û muftiyê çekdarên vê rêxistinê bû.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Ev tohmetbar li gor hukmên madeya çar a terorê hatiye desteserkirin. Berê weke muftiyê komên çekdar ên DAIŞê kar kiriye û di lêpirsîna destpêkê de îtiraf kiriye ku endamê rêxistina DAIŞê ye.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Malbata vî desteserkirî jî ser bi DAIŞê ye û du bira û pismamekî wî di rêzên DAIŞê de ne û xwişkeke wî jî hevjîna yek ji emîrên DAIŞê ye li Kerkûkê.”

Serepeyv