Tebax 11, 2020 22:17 Asia/Tehran
  • Iraqê li ser bombebarana civîna PKKê û Zêrevanên Sînor daxuyanî da

Şaneya Ragihandinê ya Emnî ya Iraqê derbarê bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên wî welatî û PKKê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, bombebaran ji aliyê balafira Tirkiyê ve hatiye kirin û du efserên Iraqî û şofêrê otomobîla wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Emnî hatiye gotin, li navçeya Sîdekanê balafira bê firokevan a Tirkiyê êrîşî hêzeke me kiriye û di encamê de du efseran jiyana xwe ji dest dane.

Şaneya Ragihandinê ya Emnî ya Iraqê dibêje: “Tirkiyê bi rêya balfireke bê firokevan êrîşî wesayiteke leşkerî ya Zêrevanên Sînor li navçeya Sîdekanê kir, ku bûye sedema şehîdbûna Fermandarê Lîwaya Duyem a Zêrevanên Sînor ên Navçeya Yekem û Fermandarê Fewca Sêyem ya ser bi Lîwaya Duyem û şofêrê wesayitê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku di demên pêş de dê hûrgiliyên zêdetir li ser êrîşê bêne ragihandin.

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, Bextiyar Qadir beriya demekê ragihand, îro balafirên bê firokevan civîneke berpirsên PKKê û fermandarên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê li Sîdekanê bombebaran kirine.

Civîna herdu aliyan li Zozanên Bêrmê ya Dîndaran li sînorê nahiyeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve bûye.

Fermandeyên serbazî yên Iraqê û berpirsên PKKê ji bo hevahengî û rawestandina şer û aloziyan ketibûne civînê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê yê li Soranê, Bextiyar Qadir bi dest xistine, 7 kes ji berpirsên leşkerî yên Iraqê û PKKê di vê civînê de bûne.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî jî têkildarî êrîşê ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 15:45 êvara îro, çend balafirên bê firokevan li devera Biradost, otomobîleke Zêrevanên Sînor ên Iraqê kirine armanc.”

Îhsan Çelebî diyar kir, di encama bombebaranê de çend zêrevanên sînor jiyana xwe ji dest dane, ku du efserên pilebilind ên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê jî di nava kuştiyan de ne û yek ji wan efserek bi pile Emîd û yê din jî pileya wî Eqîd e.

Bi gotina, Çelebî herdu efser jî Kurd in.

Serepeyv