Nîsan 04, 2020 08:11 Asia/Tehran
  • Zurfî: Ezê bernameya dewleta xxwe roja Şemiyê bidime serokê Parlimana Iraqê

Serowezîrê rasipartî jibo pêkanîna kabîneya dewleta Iraqê got ku ewê îro anku Şemiyê bernameya dewleta xwe hevrê digel daxwaza fermî jibo pêkanîna civîna dengê baweriyê, bide serokê Parliaman vî welatî.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Ednan Zurfî Serowezîrê rasipartî jibo pêkanîna kabîneya dewleta Iraqê, duh got ku ewê dev ji memûriyeta xwe jibo damezirandina dewletê bernede.

Zurfî li sser Facebooka xwe nivîsî: Ez jibo damezirandina dewletê erkdar bûme û şêwirînên min heta dema kemilandina kabîneya wezîran û raberkirina wê bo Parlimanê dê werin domandin.

Wî her wiha nivîsî ku ewê îro anku Şemiyê bernameya dewleta xwe hevrê digel daxwaza fermî jibo pêkanîna civîna dengê baweriyê, bide serokê Parliaman vî welatî.

Zurfî her wiha nêrîna dewleta xwe çar mihwerên hewildana jibo çareserkirina qeyrana aborî, bingehînkirina dewletê, serdestiya qaûnê, lidarxistina hilbijartina saxlem û ron û zelal û hevsengiya di pêwendiyên navneteweyî da wesifandin.