Nîsan 02, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Li Hewîce teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li nêzî navçeya Hewîce ya Kerkûkê bombeyek bi wesayîta hêzên polîsên federal ên Iraqê ve teqiya. Di encama vê teqînê de ku duh qewmî polîsekî jiiyana xwe ji dest da, 4 polîs jî birîndar bûn.

Li gundê Nazmiye yê di navbera navçeya Dubiz û Hewîce de bombeyeke çandî bi karwanê hêzên polîsên federal ve teqiya.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, di encama teqînê de polîsekî jiyana xwe ji dest daye, 4 polîs jî birîndar bûne.