Nîsan 01, 2020 17:10 Asia/Tehran
  • Operasyona Heşdi Şeibîyê li Dîyalê destpê bû

Fermandarê Operasyonên Hêzên Heşdi Şeibîyê li parêzgeha Dîyalê ya Iraqê ragihand ku opêrasyona lêgerînê li bakura Miqdadîyê bi armanca ramalîna wê herêmê destpê bû.

Talib Mûsewî Fermandarê Operasyonên Hêzên Heşdi Şeibîyê li parêzgeha Dîyalê îro herwiha got: Operasyona lêgerînê ya hêzên Heşdi Şeoibîyê bi pişikdarîya hêzên Artêş û Polîsên Iraqê li bakura Miqdadîyê bi armanca ramalîna wê herêmê û xweşkirina rê jibo vegera awareyan bo malên xwe destpê bû.

Mûsewî herwiha got: Wan hêzana operasyona xwe ji devera Ulya Tenîrê destpê kirinê û dê heta devera Sidûrê pêşda herin û çiqeke wan hêzana jî opêrasyonek ber bi Xêylanîyê li parêzgeha Dîyalê va destpê kirîye.