Adar 27, 2020 09:29 Asia/Tehran
  • Manovra Hêzên Hizbûllaha Iraqê

Hêzên Hizbullaha Iraqê ya ser bi Heşda Şebiya vî welatî şeva borî ragihand ku meşq û tedbîqatek ser navê Nêçîrkirina Qirikan li dar xistiye bona xwe amadekirina ji bo rewşa awarte.

Li gor Fars Newsê, Hêzên Hizbullaha Iraqê li daxuyaniya xwe ragihand ku hezaran hêzên Hizbûllaha Iraqê bi çek û sîlahên pêşketî û nûjen di vê meşq û manovrê de beşdar in.

Hêzên Hizbullah çarşemê êvarê ragihand ku di rewşa berbelavbûna Koronayê Amerîka dil heye senariyoyeke nû li Iraqê li dar xîne û êrişî ser hêzên Heşda Şebî bi taybet yên Hizbullaha Iraqê bike.

Amerîka û Rejîma Siyonîstî heya niha çendîn caran êrişî ser bargehên Heşda Şebî li Iraqê kirine.