Iraqê qedexeya hatûçûna bo Îranê dirêj kir
Balyuzxana Îranê li Bexdayê ragihand ku Hikûmeta Iraqê qedexeya hatin û çûna ji sînorên bi Îranê re bo dema 15 rojên din dirêj kir yanî ew heya 6 Adara 2020 nikarin hatûçûna Îranê bikin.
Bayluzxana Îranê li Bexdayêduh bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Ji ber girîngiyatendirûstiya gelêrî û pêwîstiya parastina ewlehiya tendirustiya du welatan hatûçûna iraqiyan bo Îranê heya şeşê Adara 2020 qedexe hat kirin.
Piştî belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê û ketine kesekê bi vîrûsa Koronayê li Necefa Iraqê, vî welatî û Herêma Kurdistanê deriyên xwe yên sînorî yên bi Îranê re girtin. Herdu aliyan herwiha geştên esmanî yên di navbera balafirxaneyên xwe û Îranê de jî dan rawestandin.
Ji ber vîrusa Koronayê heta niha 2 hezar û 619 kes li tevahiya cîhanê canê xwe ji dest dane, herwiha hejmara giştî ya kesên tûşî vê vîrûsê bûne jî gihîştiye 79 hezar û 360 kesan ku nêzîkî 18 hezarê wan ber bi başbûnê diçin.
Piraniya tûşbûyan û miriyan ji Çînê ne, ku vîrusa Koronayê bo yekemîn car di meha kanûna 2019 li herêma Hubei û bajarê Wuhanê yê wî welatî derket.
Ev vîrûsa ji bilî Çînê li zêde ji 25 welatên cîhanê belav bûye.