Çile 18, 2020 17:51 Asia/Tehran
  •  Wezîrê derve yê Urdinê: Hemî divê alîkariya parastina aramiyê navçê bikin

Wezîrê derve yê Urdinê roja şemiyê li Bexdayê ragihand ku navçê tu hevcetî bi şêr û pevçûna nû tine û hemî divê bo parastina aramî û kêmkirina aloziyê li Rojhilata Navîn hewl bidin.

 Li gorî rapora El-Qed Pressê ya Iraqê, Îmên Sefdî wezîrê derve yê Urdinê li civîna rojnamevaniyê piştî hevdîtina bi Muhemed Elî Hekîm hevtayê xwe yê iraqî re li Bexdayê got ku  ew hilgirê peyama Melik Ebdullahê duwem bo serokwezîrê Iraqê li bara parastina aramiyê li civakê û girtina pêşiya aloziyê ye. 

 Wî got ku di hevdîtina bi wezîrê derve yê Iraqê re ser hevahengî û hewldanên navçeyî bona kêmkirina qeyranê û girtina pêşiya pevçûna  teqez kir.

Sefdî teqez kir ku em daxwaza kêmkirina aloziyan û gotûbêja  bo çareserkirina qeyranê li navçê  dikin û ji hemî aliyan dixwezin bila ser hemdê xwe bin. 

 Wezîrê derve yê Urdinê her wiha diyar kir ku hevkariya me bi Iraqê re li warê rawestana li ber terorîzmê bidome, ji ber ku hîn jî gefa kom atreorîstîya DAIŞê heye. 

Wî got ku Rewşa navçê ber bi aramiyê va diçe û ger Iraq bibe meydana şer û aloziyê, dê navçe ji dest here.

Sefdî her wiha raghand ku Melik Ebdullah paşayê Urdinê li peyamekê kêfxweşiya xwe ji tendrustiya Ayetullah Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê olî yê Iraqê piştî neştergeriyê daye diyarkirin. 

 Wezîrê derve yê Urdinê vê sibê bona hevdîtina bi rayedarên iraqî re çûye Bexdayê û li yekim dewra muzakirên xwe bi Hekîm wezîrê derve yê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kiriye.