Kanûn 13, 2019 12:58 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî: Hin komên birêxistinkirî ji bo qirkirin û tirsandina xelkê hene

Serokwezîrê Iraqê yê îstîfakirî Adil Ebdulmehdî bûyera El-Wesbeh nîşana hebûna Hin komên birêxistinkirî ji bo qirkirin û tirsandina xelkê li xwenîşandanên Iraqê ji bo tirsandin û girêdana dewletê da zanîn.

Li gor Al-Alamê, Serokwezîrê pêşvebirina karûbarên dewleta Iraqê Adil Ebdulmehdî herwiha got: Pêwîst e Servîsên Ewlekariyê, dîsa çek bidin destê xwe û bi piştgirî û parastina meydanên xwenîşandanan rê li ber serdestî û deshilata rêxistinên siyasî bigirin. 

Di çarçova berdewamiya qewmîna bûyerên bi şik û guman li xwenîşandanên vê dawiyê li Iraqê yên wekî reşandina gullan ber bi neraziyan, duh li meydana El-Wesbe ya Bexdayê wêneya darvekirina ciwanekî nûgihêştî yê 16 salî ku ji dekeleke cereyanê darve kiribûn ji kanalên civakî hat weşandin û eva bû sedema nerahetiya gel bi tev.

Berdevkê Fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê Ebdulkerîm Xelef jî ser vê yekê got ku emê sebebkarê kuştina vê ciwanên nûgihêştî yê Iraqê bigirin û bigihînin sizayê.