Kanûn 12, 2019 09:56 Asia/Tehran
  • Lêketina Roketekê li balafirgeha Bexdayê

Kanala Al-Alamê şeva borî ragihand ku Roketeke Katiyoşayê li derdora balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê paytexta Iraqê ket.

Vê kanalê hgerwiha got ku di encama lêketina vê roketê ti xisarek çênebû û ti kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye. lê di vê halî de hîn hûrgiliyên zêde ser vê nûçeyê belav nebûne.

Sibeya roja duşemê jî du roket li derdora vê balafirgehê ketin ku di encama wan de 5 kes birîndar bûn.

Deverên curbicur li Iraqê li hefteyên vê dawiyê çendîn caran ketine ber gulle û roketan û tê de teqîn qewmîne.

Van mehên dawî li gelek bajarên Iraqê xwenîşandanên nerizamendî li darketine ku Bajarê Bexdayê yek ji navendên girîng û serke yên xwenîşandanên neraziyan li Iraqê ye. Tê gotin ku ev xwenîşandanan di encama tehrîk û provaksiyonên biyanî pêk hatine.

Xwenîşandanên hanê serê ewil ji ber rewşa xirab a aborî û hebûna gendeliyên zav ên aborî û siyasî pêk hatin.

Yekîneyên Hizbullaha Iraqê dibêjin: Destê Dewleta Amerîka û Rejîma Siyonîstî di nav xwenîşandanê hanê de ne.

Serokê polîsê parêzgeha Besreyê jî got ku Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmaret dixebitin aramî û ewlehiya Iraqê tevlîhev bikin.