Mijdar 17, 2019 18:15 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî gel û berpirsên Iraqê jibo aramîyê ban kirin

Merceyê Pillebilind ê Şîeyên Iraqê careka din xwest ku aramî li şarên curbicur ên wî welatî were pêkanînê.

Bidû dewama nerazîbûna gel li şarên curbicur ên Iraqê, Merceyê Pillebilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Seyîd-Elî Sîstanî pêgirî ser demajoya biaştîbûna xwenîşandanan û şermezarkirina bikaranîna şîdetê jibo aramkirina rewşa welêt kir. 

Ev daxwaza Merceyê Pillebilind ê Şîeyên Iraqê di halekî da ye ku çavkanîyên mêdyayî yên wî welatî îro ragihandin ku nerazîbûn û grev hatin domandinê û hemî sazî û dezgehên dewletê, pişka nedewletî, dibistan û zanîngeh û ticaret li parêzgehên başûra Iraqê girêdayî bûn.

Dewra nû ya xwenîşandanên gelanî li Iraqê ji 25`ê Cotmehê ve bi awayekî aştîyane li şarên curbicur ên wî welatî ji wan li Bexdayê bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî û rewşa debara jîyanê û nebûna derfetên karkirinê destpê bû. Lê ew xwenîşandan veguherîn şîdet û pevçûnê.