Mijdar 08, 2019 17:16 Asia/Tehran
  • Nunerê merceyê dînî yê Iraqê: Xwenîşandanên gelanî biaşitî ne

Ebdulmehdî El-Kerbelayî,nunerê merceyê dînî yê Iraqê li xutbeyên îro yên nimêja îniyê li Kerbelayê bal kişand ser pêwîstiya bi aşitîbûna xwenîşandanên gelanî û amaje bi rola giring a hêzên ewlehiyê û fîdakariyên wan kir.

Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye News`ê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nunerê merceyê dînî yê Iraqê li xutbeyên nimêja îniyê ya îro li Kerbelayê daxwaza cihhatina xwestekên gelanî ji aliyên siaysî yên vî welatî kir. 

Li gorî vê raporê, wî teqez kir: Neraziyên iraqî daxwaza reforman dikin. Aliyên siyasî derfeteke baş bo cihanîna reforman, çareserkirina gendeliyê û nizama kivşkirina par û pişkan hene û divê wan bi kar bînin. 

El-Kerbelayî her wiha bal kişand ser pêwîstiya bi aşitîbûna nerazîbûnan li Iraqê û teqez kir û got: Li vê barê berpirsiyariyeke mezin ser istûyê hêzên ewlehiyê heye û ew divê li hember nraziyan şîdetê nîşan nedin. 

Nunerê merceyeta  giranqedr a şîeyên Iraqê got: Divê nerazî li bara  fend û fêlên biyaniyan ku armanca  wan xalifandina xwestekên rewşa ji riya xwe ye sereke ye, hişyar bin. 

El-Kerbelayî got: Hêzên çekdar ên Iraqê ji ber rawestana li ber terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê û fîdakariyên li vê riyê mafeke mezin ser istûyê xelkê hene û nabe fîdakariyên wan ji bîr bikin. Ger îro rewş bo lidarxistina xwenîşandanê li Iraqê pêk were divê wê encama zehmetiyên  van  fîdakariyan bizanin.