Cotmeh 12, 2019 16:37 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Kesên êrişî nerazîyan kirine dê bên cezakirinê

Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê got ku sebebkarên êrişa ser nerazîyan di xwenîşandanên vê dawîyê li vî welatî her kê dibin bila bibin, dê bên şopandin û cezakirinê.

Serokwezîrê Iraqê îro di daxûyanîyekê de ragihand ku Civata Ewlehîya Netewî ya wî welatî biryar da ku encamên berayî yên lêkolînên têkildarî bûyerên vê dawîyê ku di encamê de hejmarek xwenîşander û hêzên ewlehîyê hatin kuştinê û sebebkarên wan mideha 5 rojan de bên kivşkirinê.

Wî pêgirî ser cezakirina sebebkarên kuştina xwenîşanderan û hêzên ewlehîyê di her postekê de bin kir.

Ji Sêşema buhurî ve li hin parêzgehên Iraqê ji wan li Bexdayê hin xwenîşandan bi merema nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî hatin lidarxistin. Ew xwenîşandan veguherîn şîdetê ku di encamê de 104 kes hatin kuştinê û zêde ji 6 hezar kesî jî birîndar bûn. 8 kes ji kuştîyan hêzên ewlehîyê bûn.

Nunerê Ayetullah Sîstanî merceyê pillebilind ê Iraqê şêx Ebdulmehdî Kerbelayî jî pêgirî kir ku divê di demeke kivş de sebebkarên kuştina xwenîşanderan di nerazîbûnên vê dawîyê de bên kivşkirin û cezakirinê.