Zerîf: Hişyarbûna gelê Iraqê pêşîya sûdwergirtina narewa ji nerazîbûnên rewa digire
Cotmeh 09, 2019 11:58 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî nearamîyên vê dawîyê li Iraqê kir û got: Hişyarbûna gelê Iraqê pêşîya sûdwergirtina narewa ji nerazîbûnên rewa digire.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf îro dema ravekirina helwesta Têhranê himberî nearamîyên vê dawîyê li Iraqê herwiha got: Berpirsên Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ne ku gelê Iraqê, gelekî hişyar e û rê nade alîyên din nerazîbûnên wan ên rewa ku dewleta Iraqê jî wan bi fermî qebûl dike, bi awayekî narewa bi kar bînin.
Zerîf herwiha got: Gelê Iraqê xwedîyê wî welatî ye û divê mafên wî bên berçavgirtinê.