Tebax 23, 2019 18:29 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokên sê saziyên hikûmeta Iraqê ser pêwîstiya lêkolîna derbarê teqîna depoyên çek û cebilxaneyan

Serokê sê hêzên sereke yên hikûmeta Iraqê li ser pêwîstiya pêkanîna lêkolîn û hilkolandina hemî agahî û daneyên têkildarî teqînên vê dawiyê di hin depoyên çek û cebilxaneyan ên vî welatî pêgirî kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Sumerye Newsê, Navenda ragihandinê ya saziya serokomartiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Berhem Sahil, serokomar, Adil Ebdulmehdî serokwezîr û Mihemed Helbûsî Serokê meclîsa vî welatî berêvariya Pêncşemiyê li Koşka Selamê ya Bexdayê ciyan.

Li gorî vê daxuyaniyê, Vê civînê bala xwe daye ser hilkolandina berfireh a rewşa ewlehiyê ya vî welatî bi taybet teqînên rojên dawî di depoyên çek û muhîmatê û biryar hatiye dayîn ku lêkolînên pirtir bên kirin.