Tîrmeh 23, 2019 16:26 Asia/Tehran
  •  Wezîrê darayiyê yê Iraqê tê vexwendinê bo parlemanê

Endamê komîsyona aborî ya parlemana Iraqê raghand ku wezîrê darayiyê yê Iraqê bona raberkirina şriroveyê li bara dayîna mûçe û miaşa kedkarên Herêma Kurdistana tê vexwendin bo parlemanê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Cemal Koçer li gotûbêja bi malpera nûçan a SNN`ê re got  piştî ku Fuad Husên wezîrê darayiyê yê Iraqê li civîna  berê ya parlemana Iraqê beşdar nebû, nûnerên wî bona beşdariya li civîna roja 23 Tîrmehê tên vexwendinê bo parlemanê.

 Endamê komîsyona aborî ya parlemana Iraqê her wiha got ku Fuad Husên bona raberkirina hin şiroveyan li bara dayîna mafê kedkaran û mûçexworên Herêma kurdistanê bo parlemanê tê vexwendinê û ger şiroveyên wî parlemanterr qaîl nekirin, ev civîna  dikare bi raberkirina hin belgeyên  qanûnî yên pêdivî lêpisiyê ji wî bikin.

 Wî tekez kir  ji ber ku tevî radestnekirina nifta herêmê bo Bexdayê li gor tişta ku li qanûna bûdca Iraqê hatiye qeydkirin, dayîna miaşa kedkarên herêmê ji aliyê Wezareta darayiyê ya Iraqê didome û hin nûnerên parlemanê daxwaza raberkirina şiroveyê li vê barê dikin.