Tîrmeh 07, 2019 18:56 Asia/Tehran
  • Operasiyona berfireh a hêzên iraqî jibo paqijkirina navçeyên nêzîkî sînorê Sûriyê dest pê bû

Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê qala destpêbûna operasiyoneke berfireh jibo paqijkirina navçeyên di navbera sê parêzgehan heta sînorê Sûriyê de kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Sûmiriye Newsê, Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand ku sibeha îro anku Yekşemiyê qonaxa yekem a operasiyopna berfireh a nasyar bi "Vîna Serketinê" jibo paqijkirina navçeyên sê parêzgehên Selahedîn, Nêynewa û Enbarê heta sînorê vî welatî digel Sûriyê dest pê bûye.

Li gorî tiştê ku di daxûyaniya Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê de hatiye, Operasiyona Vîna Serketinê jibo paqijkirina navçeyên navbirî ji destê Koma têrorîst a DAIŞê bi beşdariya gellek ji hêzên fermandetiya artêşê li navçeyên Cezîre, Nêynewa û Selahedînê, fermandetiyên Heşdê Şeibî li wan navçeyan, heşda Eşîran û Piştevaniya esmanî ya hêzên esmanî yên artêşa vî welatî û Hevpeymaniya navneteweyî ya bi rêbertiya Amerîkayê dest pê bûye û dê heta çend rojan were domandin.