May 17, 2019 13:58 Asia/Tehran
  • Iraq û Tirkîyê rêketinameya xurtkirina hevkarîyên leşkerî wajo kirin

Iraq û Tirkîyê rêketinameya xurtkirina hevkarîyên leşkerî li Enqerê wajo kirin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Enqerê li civîna çapemenîyê got: Her du welatan rêketinameyeke xurtkirina hevkarîya leşkerî û ewlehîyê wajo kirin.

Erdogîn got: Berpirsên her du welatan derbarê mijarên wekî têkoşîna dijî têrorîsmê, jinûveavakirina Iraqê û xurtkirina hevkarîyên di warên curbicur de gotûbêj û rawêjkarî kirin.

Serokwezîrê Iraqê jî li vê civîna rojnamevanîyê got: Wezîrên berevanîyê û Serokên Dezgehên Istixbaratê yên her du welatan di hefteyên pêş de yê bicivin ta ku derbarê hûrgilîyên rêketinamên leşkerî û ewlehîyê de gotûbêjê bikin.