Çêkirina goristnana taybetî meytên gorrên komî yên Şingalê
Li civîna konseya xwerêvebir a Demokratîk a Şingalê biryara çêkirina goristaneke taybet bo definkirina meytên kurdên êzdî ku ji gorrên komî yên Şingalê tên derxistinê, hat dayîn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê malpera nûçana Roj Newsê, li civîna ku li hola Laleşê li navça Xanesorê ser bi Şingalê ji aliyê konseya xwerêvebir a Demokratîk a Şingalê hat lidarxistin, mijara gornên komî yên Şingalê û meytên ku li van gorana hene, hat hilkolandin.
Li vê civînê biryar hat dayîn ku goristaneke taybet li Şingalê bo definkirina meytên kurdên êzdî ku ji gorên komî yên Şingalê tên derxistin, were çêkirin.
Di nava gorên komî yên Şingalê meytên jin , mêr û zarokên bêberevan ên êzdî hene ku li encama êrişa DAIŞ`ê ser Şingalê li sala 2014`an hatine kuştin û li van gorên komî hatine definkirin.
Heya niha piraniya gorên komî li navçên curbicure Şingalê hatine keşfkirin û amarên newekhev li vê barê tên raghandin ku ji 80 heya 270 gorên komî cuda ne.
Li rojên derbasbûyî jî taximek ji Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi çavdêriya rayedarên xwecihî, dest bi vekirina yekim gorna komî li Şingalê bona dakyamantarîkirina belgeyên heyî li van komana û kivşkirina howiyet û pênasa meytên heyî li wan kiriye û li pêşerojê ev kiryara li bara hemî gorên komî yên kurdên êzdî li Şingalê dê cih were.