Adar 22, 2019 17:56 Asia/Tehran
  • Malbatên goriyên bûyera Mûsilê nehêştin Berhem Salih seredana ciyê bûyerê bike

Nerazî û malbatên goriyan ên hêrsbûyî nehêştin ku Berhem Salêh serokkomarê Iraqê seredana ciyê ku belem wergeriya nav çemê Dicleyê li Mûsilê, bike û kevir avêtin erebeya parêzgarê Nunewayê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, ji zarê ajansa El-Exbariye, Parek ji xelkê parêzgeha Nunewayê li bakûra Iraqê îro înê bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî rudawa noqmbûna belemek di nav çemê Dicleyê de li girava tûrîstî ya bajarê Mûsilê ku nîzikî 100 kesan canê xwe ji dest dan, li navenda vî bajarî kom bûn û daxwaza sizadana hemû sebebkarên vê rudawê kirin.

Ajansa nûçan a El-Exbariye li vê barê ragihand; Neraziyên hêrsbûyî li Mûsilê bilî rexneya giran ji karbiderstên Iraq, nehêştin Karwana Berhem Salêh Serokkomarê Iraqê biçe ciyê bûyerê.

Bingehên agehdar li gotûbêja tev Şefeq News`ê, li vê barê ragihand; Xelkê nerazî li ciyê kombûnê dijî serokkomar diroşm didan û erebeya Nûfel El-Akûb parêzgarê Nunewayê dane ber kevran.

Duh ji ber nuqimbûna gemiyeke tefrîhê li navça El-Xabatê, çemê Dîcleyê li nêzîkî Mûsilê zêde ji 200 kes hatin kuştin û wenda bûn.

 Serokwezîrê Iraqê piştî candayîna bi dehan kes ji gelê vî welatî li encama nuqimbûna belema seyranê li çemê Dîcleyê li seranserê vî welatî sê rojan tazîdariya giştî raghand.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî ji ber candayîna bi dehan kes ji xelkê Iraqê li encama nuqimbûna belemeka seyranê li çemê Dîcleyê sersaxî da malbata gorriyan û gelê Iraqê.