Adar 10, 2019 16:49 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Peywendîyên Têhran-Bexdayê istiratêjîk in

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: Peywendîyên Têhran-Bexdayê istiratêjîk in.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî hekîm îro di civîna têkildarî muzakirên Îran û Iraqê ku bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Bexdayê hat lidarxistinê de, gotûbêja her du welatan derbarê meseleyên dualî û navçeyî de kêrhatî wesif kir.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê herwiha got: Meseleyên sereke û mêhwerên ku di hevdîtinên Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen û Rûhanî yên digel rayedarên iraqî de bên hilêxistinê, di wê civînê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hatin hilkolandinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li gorî gazîkirina fermî ya Serokomarê Iraqê, yê sibê 11`ê Adarê digel desteyeke sîyasî-aborî here Iraqê.