Sibat 20, 2019 10:07 Asia/Tehran
  • Pafrlimana Iraqê derbarê sênaryoya bitehluke ya Amerîkayê li wî welatî hişyarî da

Endamên parlimana Iraqê derbarê dubarebûna sênaryoya Amerîkayê ya revîna girtîyên DAIŞ`î û Al Qaidê ji zîndanên Iraqê hişyarî dan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Mihemed Beldawî endamê Parlimana Iraqê ser bi Hevalbendîya Al Benayê got: Ev dilgiranîya heye, sênaryoya ku berê li zîndanên Tesfîrat a Tikrîtê û Abu Xureyb a Bexdayê qewimî û di encamê da rê hat dayînê ku girtîyên DAIŞ û Al Qaidê birevin, bê dubarekirinê û armanca wê jî têkbirina ewlehîyê ji bo vegerandina DAIŞ`ê bû.

Beldawî herwiha got: Li gorî wê ku Amerîkayê nekarî dewleta Iraqê razî bike û nêrîna xwe derheq mayîna leşkerên xwe li vî welatî bisepîne, ihtimala vê xeterê heye û divê ji bo girtina pêşîya wê hewilên ewlehî û lêzanînî bên dayînê.

Nunerê Parêzgeha Al Anbarê li Parlimana Iraqê Racih Îsawî jî got: Helwestên amerîkîyan derbarê ihtimala vegera DAIŞ`ê da, plana bitehluke ya nû ji bo êrişa ser Al Anbarê nîşan dide.

Berdevkê Leşkerî yê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê jî pêgirî kir: Amerîkayê dil heye komployeke nû li Iraqê cih bîne.