Sibat 12, 2019 13:38 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniyên El-Feth û El-Sairûn xwestin bila hêzên Amerîkayê li Iraqê nemînin

Hevpeymaniyên hilbijartina Meclisa Iraqê, El-Feth û El-Sairûn duh xwestin bila hêzên biyanî bi taybet ên Amerîkayê ji nav Iraqê derkevin.

Li gor nûçeya IRNA,  Piştî hevdîtina desteyên muzakirê yên Hevpeymaniyên El-Feth bi serokatiya Hadî El-Amirî û El-Sairûn bi serokatiya muqteda Sedir, serokê desteya muzakirê ya Hevpeymaniya Sairûn Nasir El-Rubeyî li press konferansekê de diyar kir ku van du hevpeymaniyan dijberiya xwe derheq mayîna hêzên biyanî bi teybt yên amerîkî di nav Iraqê de ragihandin û xwestin ku ev hêzana ji nav Iraqê derkevin.

Hadî Amirî jî li vê press konferansê de diyar kir ku amerîkî divê bi lez ji nav axa me derkevin.

Endamê Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê ya parlemana Iraqê jî roja şemê diyar kiribû ku 70 parlemanterên iraqî nameyek îmza kirine û tê de xwestine ku reşnivîsa pêşniyarqanûnek were amadekirin ku li gor wê hêzên biyanî terka axa Iraqê bidin.