Bexda- Wezîrê karên derve yê Îranê bi serokê parlemana Iraqê re civîya
Wezîrê karên derve yê Îran û serokê parlemana Iraqê ser berfirehkirina peywedniyên her du welatan teqez kirin.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina bi Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê li Bexdayê bal kişand ser peywedniyên baş ên her du welatan bi taybet peywedniyên parlemanî yên salên buhurî û got: Seredana heft milyon îranî û iraqiyan li salê ji welatên hev nîşana nêzîkbûna du gelên mezin ên Îran û Iraqê ye.
Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser dîrok û berjewendiyên hevpar ên her du welatan û sipasiya rola Komara Îslamî ya Îranê li alîkariya bo gelê Iraqê li işkestdayîna DAIŞ`ê kir û ser berfirehkirina peywedniyên her du welatan li warên curbicur û bi taybet aborî teqez kir.
Li vê hevdîtinê her wiha serokên fraksiyonên parlemanî yên Iraqê bîr û ra û nihêrînên xwe li bara xurtkirin û pêşdebirina peywedniyan bi Îranê û piştgiriya ji wê xistin rojevê.
Wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê bona hevdîtina bi berpirsên iraqî û beşdariya li sê civînên ticarî yên çalakvanên aborî yên beşa nedewletî yên her welatan li Bexda, Silêmaniyê û Kerbelayê gihêşt Iraqê.
Heya niha Zerîf tev Muhemed Elî El-Hekîm, hevtayê xwe yê iraqî, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê û Seyd Emar Hekîm serokê tevgera Himeyê hevdîtin pêk aniye.
Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e tev Berhem Salih serokkomarê Iraqê jî hevdîtin û gotûbêjê bike.