Xelkê Besreya Iraqê xwenîşandan li dar xistin
Çile 12, 2019 17:01 Asia/Tehran
Xelkê Besrê li başûra Iraqê, xwestin ku xwenîşandanek bona nîşandayîna nerizamendiya li hember başnebûna rewşa xizmetgîhandina dewleta vî welatî were lidarxistin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), hejmarek ji xelkê Besre ya Iraqê, îniyê bi şev bi lidarxistina xwenîşandanekê li ser cezakirina gendelkaran, baştirbûna rewşa xizmetgihandinê û pêkanîna derfetên kar û xebatê li vî bajarî pêgîrî kirin.
Xwenîşanderên iraqî bi qêrîna dirûşmeyên li ser bersivdayîna dewletê û konseyên parêzgehan li xwestekên wan, hin rêyên ber bi navenda Besrê girêdan.
Parêzgeha niftzêm a li başûra Iraqê ji mideheka beriya niha ve bûye şahidê xwenîşandanên berfireh ji ber kêmbûna xizmetên dewletê, zêdebûna bêkariyê û gendeliyê.