Kanûn 10, 2018 09:48 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Peywendîyên Iraq û Îranê nakevin ber bayê welatên din

Serokwezîrê Iraqê got: Peywendîyên Iraq û Îranê di çarçova berjewendî û mesliheta netewî ya her du welatan da ne û nakevin ber bandora daxwaz ûzexta welatên din.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî bi gotina vê yekê ku welatê wî boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê bi cih nayne, dîyar kir: Iraq wekî welatekî serbixwe dê peywendîyên digel welatên din nemaze yên aborî bi Îranê ra anegorî berjewendîyên netewî yên xwe bidomîne.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku abora Îran û Iraqê bi hev ra hatîye girêdanê, careka din pêgirî kir ku Helwesta Bexdayê li hemberî boykotên yekalî yên Amerîkayê yên dijî gelê Îranê mîna helwêsta YE, Ûrsêt, Çîn û Japonê ye.