Mijdar 09, 2018 10:24 Asia/Tehran
  • Li Mûsilê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene

Çavkaniyek agehdar ji polîsê parêzgeha Nînowa ragehand ku otombîleke bombekirî li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê teqiya, di encam de 31 kes bûne qurbanî.

Çavkaniyek agehdar ji polîsê parêzgeha Nînowa ji peyamnêra BasNewsê re ragehand ku, di teqîna duh li bajarê Mûsilê pêkhatî 12 kes hatine kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.

Herwiha wî berpirsê polîs da zanîn ku teqîn li cem xwaringeha Ebu Leyla ya aliyê rastê Mûsilê pêk hat û ziyaneke mezin gihandine avahiyên derdora xwaringehê.

Ji dema azadkirina Musilê ji destê koma terorîst a DAIŞê endamên mayî yên vê komê ku xwe li deverên curbicur ên Iraqê veşartine herdem ku ji wan re derfet çê dibe li cihên gelêrî bombe û makîneyên bombebarkirî diteqînin û xelkê sivîl dikin qurbanî.