Trump balyozê Emerîkayê li Iraqê diguherîne
Serokkomarê Emerîkayê dixweze ku balyozê Waşengtonê li Iraqê biguhere û nûnerê vî welatî li Yemenê dayne dewsa wî.
Li gorî rapora Fars News`ê, dewleta Donald Trump serokkomarê Emerîkayê çarşemiyê şevê li gor dema Waşengtonê raghand ku Koşka Sipî dixweze Metyo Toler balyozê niha yê Emerîkayê li Yemenê wek balyozê nû yê vî welatî li Iraqê dayne.
Li gorî rapora Rûdaw`ê, li gorî raghandina koşka Sipî Toler biryar e li cihê Daglas Sîlîman de rûnê ku ji sala 2016`an berpirsiyariya balyozxana Emerîkayê li Bexdayê hebûye.
Li gorî rapora hin çavkaniyên emerîkî, Metyo Toler wer tê xûyanê ezmûneke baş li warê meselên têkildarî Îranê heye û yek ji hegerên bijartina wî bo balyozxana Bexdayê her ev ezmûna wî ye.
Ji ber ku Waşengton vê dawiyê kiryara Sîlîman li baklyozxana vî welatî li Iraqê ji ber sersariya wî li hember zêdebûna nifûza Îranê li Iraqê bi tundî rexne kiribû.
Toler berî niha li dewra serokkomariya Barak Obama serokkomarê berê yê Emerîkayê jî balyozê Waşengtonê li Kuweytê bû.