Emar Hekîm: Navçe divê ji kêşeyên hêzxurtên cîhanê dûr bimîne
Serokê tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina wezîrê karên derve yê Qeterê ser pêwîstiya dûrmayîna navçê ji şopên kêşeyên hêzxurtên cîhanê sekinî.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ISNA`yê, Emar Hekîm serokê tevegra Kikmeya Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, wezîrê karên derve yê Qeterê li Bexdayê riyên berfirehkirina peywedniyên Iraq û Qeterê hilkoland.
Emar Hekîm li vê hevdîtinê xwest ku bila welatên navçê bi micidî bala xwe bidin ser hevkarî û hevdengiya li çarçoveya berjewendiyên welatan û tenahiya gelên navçê.
Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî teqez kir: Iraq li halê derbaskirina qonaxa pirsgirêkên ewlehî û firqeyî ye û ketiye riya çareserkirina pirsgirêkên berfirehkirin û xizmetkirinê û ev mijara ewlewiyeta sereke ya Iraqê di qonaxa pêşber de ye.
Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê roja sêşemiya buhurî bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên iraqî re sefera vî welatî kir.
Di eynî demê de, wezareta karên derve ya Qeterê jî li daxûyaniyekê raghand: Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî li vê seferê her wiha tev serokkomarê Iraqê hevdîtin pêk anî û li abra peywedniyên dualî û riyên berfirehkirina wê behs û gotûbêj kiriye.