Mijdar 07, 2018 09:09 Asia/Tehran
  • Dewama bertekên li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê

Di dewama bertekên li hemberî boykotên neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Îranê rêberên welatên navçe û cîhanê ragihandin ku ewê boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê cih neynin.

Serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê got: Iraq dê beşek ji boykotên Amerîkayê li dijî Îranê nebe.

Li gorî rapora Al Alamê, Adil Evdilmehdî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Bexda li dijî boykotên sepandî yên Amerîkayê li ser Îrnaê ye, got: Iraq dê van boykotan neşopîne.

Serokomarê Rûsiyê jî boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê tam neqanûnî da zanîn.

Li gorî rapora Sputnikê, Koşka Kirêmlînê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê roja Sêşemiyê li civînekê bi encamên Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsiyê ra, boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê da ber behsê û destnîşan kir: Kiryar û boykotên Amerîkayê li dijî Têhranê tam neqanûnî ne.

Her wiha serokomarê Misrê sepandina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê sebeba alozbûna navçeyê da zanîn.

Li gorî rapora malpera Misrî ya El Fecrê, Evdilêfetah El Sîsî serokomarê Misrê roja Sêşemiyê li yekem berteka xwe li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê got: Bêewlehîtî li ser giştan bandorê dike; Her welatekî ku nearam be, ev nearamî li ser me giştan bandorê dike.

Wezîrê karên derve yê Spanyayê jî tevî rexneya ji derketina yekalî ya Azmerîkayê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên Azmerîkayê li dijî Îranê destnîşan kir: Madrîd hemî boykotên sepandî li dijî Îranê napejirîne.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Duşemiyê bi şev bi dayîna daxûyaniyekê sepandina boykotên yekalî ji aliyê Amerîkayê va li dijî Îranê şermezar kir.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Waşîngton hertim di riya xizmeta bo Rêjîma Siyonîst da pêngavan davêje, got: Armanca Amerîkayê ji sepandina dubare ya boykotan li dijî Îranê, tevlihevkirin û alozkirina ewlehî û tenahiya li navçeyê û lawazkirina Bereya Berxwedanê ye. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî ragihandina hevgirtin û hevdengiya xwe digel del û dewleta Îranê, bi bîr xist ku kiryrên Amerîkayê li dijî Îranê û cîhana îslamê teqez dê ser nekevin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Duşemiyê, 5ê Mijdara 2018an, navê 700 kes, kompanî, bank, firoke û gemiyên îranî li lîsteya xw eya boykotan zêde kir.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.