Parlemana Iraqê bûdca sala 2019`an vedigerîne desteya wezîran
Cîgirê serokê parlemana Iraqê destnîşan kir ku parleman naxwaze pêşnumaya bûdca 2019`an bipejirîne û pêşnumayê bo serrastkirinê vedigerîne desteya wezîran.
Li gorî rapora malpera Awênê, Beşîr Hedad li bara bûdca 2019`an a Iraqê ku ji ber kêmbûna para bûdca Herêma Kurdistanê, ji aliyê parlemanteran ve hatiye protestokirin destnîşan kir ku hemî parlemanterên kurd bona dijberiya li hember vê pêşniyarqanûnê li hev kirine.
Cîgirê serokê parlemana Iraqê her wiha got ku parleman bê guman dê bûdcê ji ber kêmasiyên wê bo reforman bizvirîne desteya wezîran û parlemanterên kurd bo vê meselê dixebitin.
Wî destnîşan kir ku li bûdca giştî ya 2019` an a Iraqê gelek kêmasî derheq Herêma Kurdistanê hatiyekirin û gelek kêamsî û pirsgirêk û kêmasiyên wê hene ji wan pişka kurdan têde kêm bûye û navê Herêma Kurdistanê wek herêmeke taybet û Helebçe wek parêzêgeh têde nehatiye naskirin û tu bûdceyek jî bo hêzên pêşmerge nehatiye terxankirin.
Beşîr Hedad destnîşan kir ku tu yek ji firaksiyonên şîe û sunne yên parlemana Iraqê vê bûdcê qebûl nakin û hemî vê bûdcebendiyê protesto dikin û lewma piştî hilêxistina seretayî ya pêşnumayê li parlemanê, komîsyonên têkildar wê dinirxînin û vedigerînin taxima dewletê.
Ew ku ji endamên pilebilind ên partiya Demokrat tê hesabê got ku fraksiyonên kurdistanî li parlemanê bona pêkanîn û parastina hevdengiyên xwe hewl dane û komîta hevahegiyê yên firaksiyonên kurdistanî yên parlemanê li vê çarçoveyê xebat û kiryarên xwe didomînin ji ber ku parlemanterên kurd ger bi hev re bibin yek dikarin bandorê ser biryarên parlemanê bikin.