Amadebûna wezîrê karên hundir ê Iraqê li Kerbelayê bona çavdêriya ser planên ewlehiyê yên Erbeîna Huseynî
Wezîrê karên hundir ê Iraqê bona çavdêriya ser kiryarên ewlehiyê bona parastina ziyaretkirên huseynî berê xwe da Kerbelayê.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ISNA`yê, û ji zarê malpera nûçan a Someriye News`ê, çavkaniyeke ewlehiyê li Bexdayê raghand: Qasim El-Ercî wezîrê karên hundir ê Iraqê ser dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên Erbeîna Huseynî li Babilê çavdêriyê dike.
Eva li halekê ye ku sî hezar hêzên ewlehiyê yên Iraqê bona dabînkirina ewlehî û silametiya ziyaretkirên Ebaebdullahêlhuseyn(s) besîc bûne û hemarek ji hêzên xwebexş ên Heşda Şebî jî li navçên curbicure vê parêzgehê bereberê Erbeîna Huseynî(s) bi cih bûne.
Erkantiya fermandehiya operasyona Diyalê li Iraqê jî li bara cihanîna operasyoan berfireh bona naskirin û jinavbirina paşmayiyên koma terorîstî ya DAIŞê li bakurê rojhilata vê parêzêgehê agahî da û ragahnd: Hêzên ewlehiyê hejmarek ji endamên DAIŞê ji wan serkirdeyên vê koma terorîstî li parêzgehên Enbar û Kerkûkê girtin.
20 meha Sefera 1440a koça Hîvî, 30 Cotmeha 2018an Erbeîna Huseynî (s) îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê û heval û hogirên emegdar ên wî li çola Kerbelayê ye. Bi milyon ziyaretkir ji seranserê cîhanê li vê rojê bona beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî(s) berê xwe didin bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê.