Cotmeh 15, 2018 16:34 Asia/Tehran
  • Lihevirina YNK û Tevgera Sedr li ser damezirandina dewleta Têknokrat li Iraqê

Li pey hevdîtin û gotûbêjên navbera desteyeka Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û rêberên Hevpeymanya Sedr, her du aliyan derbarê rêkara çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û damezirandina dewleteka têknokirat li Iraqê de li hev kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li hevdîtina ku navbera desteya YNK`ê û Hevpeymaniya Sedr bi serokatiya Muqteda Sedr de pêk hat, her du aliyan derbarê hwildana partî û tevgerên cûrbicûr ên Iraqî ji bo damezirandina dewleta nû ya Iraqê her wiha çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxûyaniya dawiya vê hevdîtinê, her du aliyan destnîşan kirin ku dewleta tê ya Iraqê dewleteka têknokirat be û  ji bo zêdekirina xizmetgihaniya bo gelê vî welatî bixebite û li vê dewletê hemî alî kokbirrkirina gendeliyê li Iraqê û avedankirina welêt bikin mijara sereke ya karê xwe.

Li beşeka din a vê daxûyaniyê hatiye ku desteya YNK`ê û Hevpeymabniya Sedr li hev hatine ku pêngavên ciddî û qanûnî bi mebesta dabînkirina mafên qanûnî yên kurdan li Iraqê û çareserkirina nakokî û pirsgrêkên navbera Hewlêr û Bexdayê rakin.