• Li Kerkûkê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin

Hat ragihandin ku li Kerkûkê otomobîleke bombebarkirî hatiye teqandin û tê gotin ku qurbanî hene.

Bas Newsê li nûçeyeke lezgîn de ragihand ku polîsê Dij Terorê yê Kurdistana Iraqê diyar kir ku bi riya otomobîleke bobebarkirî teqînek li nav bajarê Kerkûkê rû daye û hat ragihandin ku di derberê ziyana wê teqînê de agahî nehatine bidestxistin.

Hat ragihandin ku hêzên emnî gihiştine cihê bûyerê.

Tê ragihandin ku qurbanî hene û agahiyên berfire dê piştre bên belavkirin

Oct 14, 2018 10:55 Asia/Tehran