Cotmeh 12, 2018 11:51 Asia/Tehran
  • Beşar Esed peyameke pîrozbayiyê ji serokomarê Iraqê re şand

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed bijartina Berhem Salih ji bo posta serokomariya Iraqê lê pîroz kir.

Fars Newsê ragihand ku sefîrê Sûriyê li Bexdayê Setam Cedan el-Dendeh duh bi serokomarê nû yê Iraqê re li Bexdayê hevdîtin pêk anî û peyama nivîskî ya serokomarê Sûriyê Beşar Esd ku serokomariya Berhem Salih ya Iraqê lê pîroz kiriye, pêşkeşî wî kir.

Serokomarê Iraqê yê nû li vê hevdîtinê berfirebûna pêwendiyên Iraq û Sûriyê ser xêra gelên du welatan da zanîn û xwest ku ev pêwendiyana berfiretir bibin.

Parlemana Iraqê 2 Cotmehê bi piraniya dengan Berhem Salih ji Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistana vî welatî (YNK) wek serokomarê Iraqê bijart.

Li gor qanûna bingehîn a Iraqê ku piştî têkçûna Rejîma Sedam Husênê dîktatorê îdambûyî  hate nivîsandin, posta serokomariya Iraqê bû para kurdan û posta serokwezîrî ya şeyan û posta serokatiya meclisê jî ya ehlê suneta Iraqê ye. 

Ji wê demê (2005) heya niha serokomariya Iraqê li destê YNK bûye.