Cotmeh 11, 2018 18:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Bexdayê bi rayedarên iraqî re hevdîtin pêk anî

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu îro çû Bexdayê û li wir bi hin rayedarên iraqî re hevdîtin pêk anî û bi wan re ser meselên curbicur gotûbêj kir.

Îro beriya nîvro, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu çû Bexdayê. Çavûşoglu li firokexaneya Bexdayê ji aliyê wekîlê wezîrê derve yê Iraqê û balyozê Tirkiyê Fatih Yildiz ve hat pêşwazîkirin.

Tê gotin ku Çavûşoglu bi serokwezîrê nû Iraqê Adil Ebdulmehdî re ser meselên dualî û navçê gotûbêj kir. 

Çavûşoglu li vê hevdîtinê de got ku Tirkiye amade ye li warê avê bi Iraqê re hevkariyê bike. Wî herwiha soz da ku li pirsgirêkên Iraqê alîkariya vî welatî bike û pêwendiyên Tirkiyê tev Iraqê berfire bike .

Ebdulmehdî jî got: Niha piştî têkçûna DAIŞê Iraq ketiye nav dewra avakirinê û ji bo vê yekê piştgiriya cîhanî pêwîst e.

Biryare wezîrê derve yê Tirkiyê bi serokê parlemana Iraqê Muhemed El-Helbûsî û bi serokomarê vî welatî  Berhem Salih û rayedarên din yên Iraqê re jî hevdîtin bike.

Biryar bû Wezîrê Derve yê Tirkiyê here Hewlêrê jî lê hat ragihandin ku serdana wî ya Hewlêrê hatiye betalkirin.

Herwiha hin medya kurdî ya Herêma Kurdistanê jî diyar kirine ku  li serdana wezîrê derve yê Tirkiye bo Iraqê ew ê hewl bide bi riya hikûmeta Iraqê ve, li gel YNKê dijî PKKê rêkeftinekî pêkbîne.

BasNewsê îdia kiriye ku ku Tirkiye di çarçoveya planekê de hewl dide bi rêya Bexdayê ve û bi taybet jî bi rêya serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve, YNK di vê planê de alîkarê wan be û rêkarên dorpêç kirin û biçûk kirina PKKê de rêkeftinê li gel wan bike û got; Ne dûre yek ji wan rêkaran jî berfireh kirina êrîşa ser PKKê ya li Qendîlê be.