Tebax 13, 2018 16:12 Asia/Tehran
  • Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin girtin

Wezareta karên hundur a Iraqê li daxuyaniyekê ragihand ku 6 endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê li du mêhwerên rojava û rojhilata bajarê Mûsilê di encama operasyoneka taybet a hêzên ewlehiyê de hatine girtin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê kanala Sûmeriye News`ê, wezareta karên hundur a Iraqê li vê daxuyaniyê ragihand: Hêzên iraqî di encama operasyoneka taybet a li du mêhwerên rojava û rojhilata Mûsilê de karîn li navçeya El Zehra ya li rojhilata Mûsilê sê endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê bigirin.

Li gorî vê daxuyaniyê li navçeya Nehrewanê li mêhwera rojava ya Mûsilê jî sê endamên din ên tekfîrî bi destê artêşa Iraqê ve hatin girtin.

Ji hêla din ve artêşa Iraqê êrişa endamên terorîst ên DAIŞ`ê li bajaroka El Duwerê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê pûç kirin.

Di encama vê operasyonê de heft endamên DAIŞ`ê hatin kuştinê û operasyona şopandina êrişkeran hîn jî berdewam e.

Dewleta Iraqê Kanûna sala 2017`an, bi dawîhatina hebûna leşkerî ya koma terorîst a DAIŞ`ê ragihand lê paşdamaiyên terorîstan, li hin navçeyên vî welatî hin êrişan cih tînin.

Li gorî nûçeyeka din, Şêx Ekrem El Keibî, sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nuceba ya Iraqê li hevdîtina bi Heyder El Zamilî, wezîrê dadweriya vî welatî careka din xwest terorîstên ku destê wan li cinayetên dijî xelkê Iraqê heye lê hîn nehatine cezakirin, îdam bibin.

Heyder El Zamilî jî li vê hevdîtinê pesna hewldan û canfîdaiyên şervanên Berxwedana Îslamî ya Nucebayê ji bo parastina ewlehiya welêt da  û soz da ku terorîst wê werin cezakirin.