Tebax 09, 2018 16:49 Asia/Tehran
  •  Ebadî hejmarek ji rêveberên giştê yên Wezareta  karebayê li Iraqê wêde birin

Serokwezîrê Iraqê, tevî wêdebirina hejmarek ji rêveberên giştî yên Wazareta karebayê ya vî welatî, armanca vî karî, ji nûkirina nijyara vê wezaretxanê û ji bo berjewendiyên welatan û gel da zanîn.

 Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê Bexda El-Yewmê, nivîsgeha  Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku li çarçoveya  fermanên wî ji bo reformên li wezareta karebayê û nûkirina  pêkhateya wê li gor berjewendiyên  welat û gel û dabînkirina  cereyana  pêdivî ji bo welatiyan, fermana  wêdebirina hejmarek ji rêveberên  giştî yên vê wezaretxanê  hatiye dayîn.

  Nivîsgeha Ebadî li vê barê teqez kir ku bi fermana  wî, rêveberên  giştî yên  beşên îdarî,  peyman û girêbestan û xebitandina sermayê û belavkirina   cereyana Bexadyê li Wezareta karebayê ji kar hatine derxistin û li beşên din jî ji wan li beşa hiqûqî,  birêxistin û kontrolê jî guhertin pêk hatine.

  Di hemen demê de, çavkaniyeke egehdar  jî li gotûbêja  bi Sumeriye News`ê re raghand ku hevgavê fermana  Ebadî li bara wêdebirina  Reid Qasim, rêberê  giştî yê beşa peyman û girêbestan û xebitandina  sermayê yê wezareta karebayê ya Iraqê, fermana  zivirandina  dosiya wî bo ``Taxima  Nezahê`` wek ``Saziya  rawestana li ber gendeliya îdarî û aborî û safîkirina meselan`` jî hatiye dayîn.

 Eva li halekî ye ku  navçên cuirbicur ên Iraqê bi taybet parêzgehên  li navend û başûrê vî welatî ji ber rewşa aloz a  xizmetên giştî ji wan kêmasiya  karebayê aciz bûne û ji ber vê meselê jî xwenîşandanên berfireh li hin  parêzgehan bi rê ketine.